Li Silêmaniyê Komisyona Helbijartinan 11 navendên dengdanê girt
Proseya dengdana taybet bi hêzên navxweyî û pêşmerge îro, Pênşemê bi dawî hatin.
Li gor zanyariyên bi dest BasNewsê ketine ku, ji ber hebûna binpêkirineke mezin di proseya dengdana taybet de li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê Komisyona Bilnda Helbijartinên Iraqê 11 navendên dengdanê girt û karmendên komisyonê neçar bûn ku, binkeyên dengdanê vala bikin.
Rêkxerê binkeya navendî ya şehîd Jajleyî di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, 2150 kes mafê dengdanê hebû tenê 1927 kes dengê xwe dan.
Li gor zanyariyên BasNewsê çend pêkhateyên siyasî Komsyona Helbijartinan bi binpêkirinên YNKê agehdar kirin.
Basnews
