• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş li ser hevdîtina xwe û berbijerê CHPê daxuyanîyek belavkir

 Demîrtaş li ser hevdîtina xwe û berbijerê CHPê daxuyanîyek belavkir
Berbijerê HDPê Silhedîn Demîrtaş, li ser hevdîtina xwe û berbijerê CHPê Muharrem Înce bi reya parezerên xwe daxuyanîyek belavkir û di daxuyanîye de wiha got:”Jibo seredana wî ez spasîyên xwe ji Înce re pêşkeş dikim. Ev bê edaletîyen ve demek direje li Tirkîyê tên meşandin di deme hilbijartinan de jî berdewam dikin.

Seredana Înce jibo bal bikeşa wan bê edaletîya giringe. Ez û hevalen xwe di girtîgehan de weke dilên sîyasî tên girtin. Mixabin derveyî girtîgehan jî vekê girtîgehen nîvî vekirîne. Mercen rewşa awarte, medya yek deng, ji kar avetin û gefên girtine, kar anîna hemu derfetên devlete jibo berbijere serokkomarêke, tawanbarkirina opozîsyone hevrikîya werzîşa hilbijartinan ji hole rakirîye.

Ez hevî dikim li hemberî hemu wan be edaltetîya ev hilbijartin ve reya demokrasîye, azadî u aşîtîye vekê. Seredana Înce dijî peyama bigîhîne dengdaren me hevkarîyeka mirovîye. Ramanen me cudajî bin bi rezgirtina dualî kampanyayen hilbijartinan yên em revebibin encame de ki serbikeve bila ser bikeve emê tekarîye li ser kultura hevkirine û aşitîye bikin.

Ramanen brez Înce jî di ve mejuyedene u ez ji ve bextevarim. Gelê me tişten herî baş heq dike. Ez û partîya xwe emê kampanya xwe ya hilbijartina li hemberî hemu tundî û astenga emê jibo temsîlkirina gelen bindest reve bibin.”

Waar.tv
Top