Amerîka hêzên xwe li Hewlêrê kêm dike
Artêşa Iraqê ragihand ku wan bi Amerîkayê re li hev kiriye ku hêzên xwe yên şerker li Enbar û Hewlêrê kêm bikin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Iraqê, civîneke komîteya leşkerî ya hevbeş a di navbera her du welatan de ji bo guftûgokirina derbasbûna hêzên koalîsyona navneteweyî ji bo rola ne-şer hat lidarxistin.
Di civîna ku Cîgirê Fermandarê Navenda Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî jî tê de ama de bû, biryar hat girtin ku yekîneyên şer ên Amerîkî yên li baregeha leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya Iraqê û baregeha leşkerî ya li Hewlêrê kêm bikin.
Di civînê de, aliyan tekez kirin ku hebûna hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya navdewletî li ser vexwendina Iraqê hatiye.
