• Friday, 27 February 2026
logo

Fransa balyozên li Amerîka û Awistralyayê vedikişîne

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
Fransa balyozên li Amerîka û Awistralyayê vedikişîne

Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand ku ew dê balyozên xwe yên li Amerîka û Awistralyayê vekişînin ku ew jî ji ber rêkeftina Amerîka û Awistralyayê ye.

Li gor rêkeftina herdu welatan, Amerîka dê keştiyên jêrderyayî yên etomî bo Awistralyayê pêk bîne û ev jî bûye cihê nerazîbûna Fransayê, ji ber ku sala 2016an Hêza Deryayî ya Awistralyayê rêkeftineke mezin li gel Fransayê kir bo pêkanîna jêrderyayan. Bi qasî 55 milyon Euro qazanca Fransayê di rêkeftinê de hebû, lê ew rêkeftin niha hatiye hilweşandin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, ew biryara vekişandina balyozên li Amerîka û Awistralyayê da ku ew jî ji ber “cidiyeta daxuyaniya Awistralya û Amerîka ya di 15ê vê mehê de bû.”

Fransayê roja pêncşemê Awistralya bi wê tometbar kirk u ji pişt ve xencer li wê daye û bertekeke tund nîşanî Amerîkayê jî da ku ev rêkeftin pêk aniye.

Li gor daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden, ew dê bi hevkariya Brîtanyayê, di warê pêşxistina jêrderyayiya etomî teknolojî û alîkariyê pêşkêşî Awistralyayê bikin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê rêkeftinê de ragihandibû, Amerîka, Awistralya û Brîtanya bi vê rêkeftinê nêziktirî hev dibin û gotibû, ev rêkeftin pêgeha Brîtanyayê di pêşrewkirina zanist û teknolijiyê de bihêztir dike.

Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrison jî dibêje, “Destpêşxeriya yekem a mezin a Amerîka û Brîtanyayê ji gihandina jêrderyayekê pêk tê ku bi enerjiya etomî kar dike. Di 18 mehên bê de, em dê bi hev re kar bikin bo diyarkirina baştirîn bo bidestxistina vê yekê.”

Ti welatek ji hevpeymanan amaje bi navê Çînê neda, lê Amerîka venaşêre ku mebesta wê lawazkirina pêgeha wê. Çînê jî rêkeftina Amerîka û Awistralyayê şermezar kir û ragihand ku seqamgiriya navçeyê têk dibe û herwiha wek pêngaveke “neberpirsane” binav kir.

Top