• Friday, 27 February 2026
logo

CFWIJ: Li Tirkiyê 85 rojnamevanên jin hatin darizandin

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
CFWIJ: Li Tirkiyê 85 rojnamevanên jin hatin darizandin

Hevpeymana Jinan di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) ragihand li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 85 rojnamevanên jin ji ber nûçeyên xwe hatine darizandin û  55 dozên ku dijî rojnamevanên jin hatine vekirin jî hê berdewam in.

Hevpeymana Jinan di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) daxuyaniyeke derbarê binpêkirinên mafan û êrîşên ku rojnamevanên jin li Tirkiyê û seranserê cîhanê rûbirû dimînin  belav kir.

Li gor daxuyaniya CFWIJê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de hejmareke zêde rojnamevan ji ber peyam an jî nûçeyên xwe yên li medya civakî hatine darizandin û gelek ji wan jî hê tên darizandin. CFWIJ dibêje “Ji serê sala 2021ê heta Îlonê li Tirkiyê herî kêm me 55 dozên ku dijî rojnamevanên jin tên birêvebirin şopand. 85 rojnamevanên jin bi tawanên “terorê” an jî bi tawanên cûda hatin darizandin. Îlona 2021ê dozên 3 rojnamevanan jî hê berdewam e û em di şopînin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên rojnamevaniyê her dem di rojevê de ye ku bi taybet bo nikaribin karê xwe birêve bibin tên asteng kirin an jî darizandin û ceza kirin.

 

Rudaw

Top