• Friday, 27 February 2026
logo

Li Avaşînê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
Li Avaşînê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li devera Avaşîn ya Herema Kuridstanê  di encama teqîna mînekê  leşkerekî wan  de canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di 17ê  Îlonê de li devera Avaşîn ya  Herêma Kurdistanê di encama teqîna mîneke ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû bicihkirin, leşkerekî wan yê bi navê Umit Solak birîndar bûye û piştre bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Wezaret dibêje tevî hewldanan wî leşkerê wan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî ragihandiye ku di 16ê Îlonê de di navebera hêzên wan û Artêşa Tirkiyê de li devera Avaşîn şerek giran qewimiye lê Artêşa Tirkiyê nekariye pêşbvebiçe.

PKK dibêje “16'ê Îlonê saet di navbera 19:45-22:00 de artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê xwestin bikevin qada berxwedanê, lê belê di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Dagirker li hember berxwedana hêzên me nekarîn bi pêş ve biçin."

 

Rudaw

Top