• Friday, 27 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana Akademiya Serbazî ya Brîtanyayê kir

Gulan Media September 18, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana Akademiya Serbazî ya Brîtanyayê kir

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Akademiya Serbazî ya Şahane ya Brîtanyayê kir û tekez kir, “Ez bihêvî me ku em bikarin ji Wezareta Pêşmerge kesên zêdetir bo Akademiya Serbazî bişînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ev bo dema 3 rojan bi serdaneke fermî li Londonê ye, di konferanseke rojnamevanî de behsa naverok û girîngiya civînên li gel berpirsên pilebilind ên Brîtanyayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Peywendiyên me li gel Brîtanyayê dîrokî ne. Civînên me gelek bi başî birêve çûn.”

Nêçîrvan Barzanî behsa wê kir, “ Brîtanyayê ji sala 1991an ve roleke mezin ji bo parastina Herêma Kurdistanê hebûye. Me di civînan de rewşa Iraqê û çawaniya pêşxistina peywendiyên me yên li gel Brîtanyayê gotûbêj kir.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, “Em girîngiyê bi peywendiyên xwe yên li gel Brîtanyayê didin” û li ser naveroka civînînan jî got, “Babeta DAIŞê mijareke sereke ya giftugoyên me yên li gel berpirsên Brîtanyayê bû.”

Li ser pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî jî Nêçîrvan Barzanî got, “Boris Johnson piştgiriya xwe bo seqamgirî, aramî û pêşkeftina Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî dûpat kir. Brîtanya berdewam dibe li ser piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê.”

 


 

Nêçîrvan Barzanî ji peyamnêra Rûdawê re tekez kir, “Boris Johnson rêzeke zêde bo Herêma Kurdistanê heye. Boris Johnson tekezî li ser wê kir ku ew berdewam dibin li ser piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar jî kir, “Brîtanya girîngiyê bi pêkhatina asayişa Iraqê dide.”

Derbarê serdana bo Brîtanyayê de jî Nêçîrvan Barzanî, got, “Me berî bûyerên Efxanistanê plana bo vê serdanê dariştibû.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê bibîr xist, “Me di çarçova serdana xwe ya Londonê de serdana Akademiya Serbazî ya Şahane ya Brîtanyayê kir” û tekez kir, “Ez bihêvî me ku em bikarin ji Wezareta Pêşmerge kesên zêdetir bo Akademiya Serbazî bişînin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî bo Akademiya Serbazî ya Sandhurst li Brîtanyayê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanêamaje bi wê kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawî rawestgeha xwe ya serdana Londonê de serdana Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane kir ku li ser asta cîhanê binavûdeng e.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Li Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Brîtanyayê, hejmareke xwendekarên Herêma Kurdistanê û Iraqê, di xwendin, pêgihandin, xul û rahênanê de beşdar in û mezintirîn Akademiya Serbazî ya Brîtanyayê ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir, “Nêçîrvan Barzanî li gel beşdarên ji Herêma Kurdistanê yên li Akademiya Serbazî ya Brîtanyayê civiya.”

Akademiya Serbazî ya Sandhurst: Em pabendbûna xwe bo Kurdistanê dûpat dikin

Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane ya Brîtanyayê jî daxuyaniyek derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kir.

Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane ragihand, “Serok Nêçîrvan Barzanî îro serdana akademiya me kir.”

Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane tekez kir, “Em bi şanazî pabendbûna xwe bo Kurdistanê dûpat dikin.”

Herwiha Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane dibêje, “Em berdewam dibin li ser pêkanîna peywendiyên bihêz di navbera artêşên me de, ev jî bi rêya rahênana bi efserên Kurd û Iraqî.”

 

Rudaw

Top