• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şanda jinên Almanî serdana kampên Efrînîyên li Şehba kir

Şanda jinên Almanî serdana kampên Efrînîyên li Şehba kir
ji rewşa jiyana xelkê Efrînê pirsîn
Şanda jinên Almanî ku bi serdanekê gihiştibû Herêma Şehba, piştî hejmarek hevdîtin û lêgerîn gera xwe li wir bi dawî kir.

Şanda ku bi vexwendina rêxistina jinan Kongreya Star derbaz Bakurê Sûrîyê bûbû, ji 4 jinên aktîvîst pêk dihat.

Şandê serdana her du kampên Fafîn û Til Sosîn kir ku bi hezaran penaberên ji Efrînê lê bi cih bûne.

Endamên şandê herwiha li çend navendên tendirustîyê yên Heyva Sor ya Kurd gerîyan û ji nêz ve rewşa mirovî û saxlemî şopandin.

Di dawîya serdana xwe de jinên Almanî daxuyanîyeke hevbeş da çapemenîyê û soza destekdayîna jibo derbederan dan.

Top