• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îro dengdana taybet dest pê kir

Îro dengdana taybet dest pê kir
roja 12ê gulanê jî dengdana giştiye
Li Îraq û Kurdistanê dengdana taybet destpê kir.

Di çarçoveya hilbijartinên parlementoya Îraqê de yaku biryare di roja 12ê Gulanê de were kirin, îro endamên hêzên ewlekarî û leşkerî çûne ser sendoqan û dengên xwe dan.

Dengdana taybet seat 8ê sibê destpê kir û heta seat 6ê êwarê berdewam dibe.

Ew kesên ku îro deng didin, hêzên leşkerî, polîs, hêzên ewlekarî û girtîne.

Weke tê zanîn roja 12ê Gulanê jî prosesa dengdan giştî destpê dike.

Top