• Wednesday, 18 February 2026
logo

Malikî: Piştî hilbijartinan lîsta me û Ebadî dê bibin yek

Malikî: Piştî hilbijartinan lîsta me û Ebadî dê bibin yek
Cîgirê Serokomarê Iraqê û Sekreterê Partiya Deiwe ya Îslamî Nûrî Malikî ragihand, ku partiya Deiwe bi du lîstan beşdarî hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê bûye û dê piştî hilbijartinan her du lîst bibin yek.



Nûrî Malikî da xuyakirin, ku Partiya Deiwe bi du lîstan beşdarî hilbijartinan dibe û ev yek ji aliyê Heyder Ebadî ve jî hatiye îmzekirin.



Malikî ku Serokê Îtilafa Dewleta Qanûnê jî ye, destnîan kiriye, ku beşdarbûna partiya Deiwe bi du lîstan ji bo wan weke tedbîrekî hilbijartinan e û piştî hilbijartinan ew dê encamên wan herdu lîstan tevlî hev bikin.



Malikî bal kişandiye ser wê yekê jî ku Heyder Ebadî jî ev formul pesend kiriye û ew hêvîdar in ku projeya xwe bicih bînin.



Nûrî Malikî û Heyder Ebadî her du jî ser bi Partiya Deiwe ya Îslamî ne. Ji bo hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê, Heyder Ebadî lîsteke serbixwe pêk aniye û bi hevpeymaniyeke bi navê Hevpeymaniya Nesir tevlî hilbijartinan bûye. Herwiha Nûrî Malikî jî bi Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û lîsteke cuda beşdarî di hilbijartinên vê carê bûye.



Biryar e 2 rojên din, di 12ê Gulanê de hilbijartinên parlamentoya Iraqê birêve biçin. Her di vê çarçoveyê de, îro û sibê dengdana taybet li navxwe û derveyî welat birêve diçin.


Rudaw
Top