• Friday, 27 February 2026
logo

Li Hewlêrê du jinên xelkê Sûriyê canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 17, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê du jinên xelkê Sûriyê canê xwe ji dest dan

Li Hewlêrê di encama şewatekê de du jinên karker ên xwedî nasnameya Sûrî canê xwe ji dest dan.

Mêvanxaneya Ferîd a li ser cadeya 30 metre ya bajarê Hewlêrê, yek ji mêvanxaneyên kevn ên Hewlêrê ye û vê sibê agir bi garaj û odeya razana karkeran ket.

Xwediyê mêvanxaneyê ji K24ê re ragihand; dema şewat derket, wan her du jinên ku jiyana xwe ji dest dan, nekarîne ji odeyê derkevin.

Herwiha eşkere kir; ji ber ku roja înê bazara millî li nêzîkî mêvanxaneyê tê danîn û mêvanxane nêzîkî qada firotina bisîkletan e, tîmên agirkuj nekarîne zû xwe bigihînin cihê bûyerê.

Xwediyê mêvanxaneyê dibêje; eger tîmên agirkuj zû bigihiştana cihê bûyerê, wan her du jinan jiyana xwe ji dest nedidan û dibe ku bihatana rizgarkirin.

 

 

K24

Top