• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKK: Me 9 leşkerên Tirk kuştin

PKK: Me 9 leşkerên Tirk kuştin
pkk behsa hijmara kuştiyên artêşa Tirkiyeyê dike
Berpirsê Çapemeniyê û Hêzên Parastina Gel(HPG) Demhat Tolhildan îro ji Spuntik Kurdistanê re ragihand ku endamên wan êrîşeke tund biriye ser Artêşa Tirkiyeyê ya li herêma Biradostiyê ya Herêma Kurdistanê û di encamê de 9 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê kuştine.

Li gorî agahiyên ku Tolhildan dane peyamnêrê Sputnik Kurdistanê, endamên PKKê li devera Sîdekanê li nêzîkî gundê Lêlkanê êrîşî Artêşa Tirkiyeyê kiriye û di encamê de neh leşkerên tirk kuştine.

Herwiha Toldanî diyar kir ku 5 bingehên Artêşa Tirkiyeyê bi tevahî wêran kirine û ji nav birine.

Berpirsê PKKê destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê nêzîkî 25 kîlometreyan ketine nav axa Kurdistanê û hêdî hêdî hewl didin ku bi pêş ve biçin û wiha dewam kir: "Lê ew her roj hewl didin êrîşî wan bikin û rê li ber wan bigirin. Lewra Artêşa Tirkiyeyê nikare bi tevahî bi pêş ve biçe û herêmê bi tevahî kontrol bike."

K24
Top