Rosneft: Emê çalakiyên xwe li Kurdistanê pêş bixin
Igor Sechin ku di merasîma 73mîn salvegera bîranîna Roja Niştimaniya Rûsya û serkevtina Rûsya bi ser Almanyaya Nazî di şerê cîhanî yê duyem de beşdar bûbû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û keyfxweşia xwe bi serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Moskow nîşan da û amaje bi kar û çalakiyên Rosneftê li Kurdistanê kir.
Sechin diyar kir, ku kar û projeyên wan li Herêma Kurdistanê gelek in û ew dê li Kurdistanê kar li ser pêşxistina jêrxana herêmê bikin û gihandina berhemên enerjiyê bikin.
Rêveberê Cîbicîkar ê Rosneftê wiha axivî: “Em gelek, em gelek keyfxweş in ku îro Rêveberiya Kurdistana Iraqê hatiye li gel me wê cejnê pîroz dike. Kar pir gelek e, mijar li ser pêşxistina jêrxana wan navçêyan e û gihandina wan berheman e. Ji ber wê jî em dibînin gelek projêyên hevbeş hene, yên ku em dê bi hev re pêş bixin û li ser kar bikin. Ci bi Kurdistamê re be û çi bi Iraqî re be, ji ber wê jî kar pir gelek e û em dê kar bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vexwandineke fermî ji doh Sêşemî 8ê Gulanê serdana Rûsyayê kiriye û îro beşdarî merasîma 73mîn salvegera serkevtina Rûsya bi ser Almanyaya Nazî di şerê cîhanî yê duyem de li Qada Sor a Moskowê kir.
Rudaw
