Lêborîna Navnetewî: Di 11 salan de li girtîgehên Îranê 72 girtî hatine kuştin
Rêxistina Lêborîna Navnetewî di daxuyaniya xwe ya dawiyê de amaje bi pirsa kuştina di girtîgehên Îranê kir û aşkera kir ji sala 2010ê ve di girtîgehên Îranê de 72 girtî di bin îşkencê de hatine kuştin.
Daxuyaniya Rêxistina Lêborîna Navnetewî de hat gotin: Kujer û kesên îşkencekar di girtîgehên Îranê de tên parastin û saziya dadweriyê jî vê derbarê de ti bersivekî nade.
Lêborîna Navnetewî diyar dike, li gor raportên baweriyê mirina wan girtiyan ji ber îşkence, bikaranîna çek, yan jî gaza rondikrêj a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li girtîgehan pêkhatiye.
Herwaha hat diyar kirin di 11 salên borî de 72 girtî, di girtîgehên Îranê de hatine kuştin: ‘’Heta naha bi taybet ti berpirsekî girtîgeh û endamekî hêzên ewlehiyê ji ber wan mirinan nehatiye girtin û lêpirsîn li gel wan nehatiye kirin. Ji ber kujer û îşkencekar ji aliyê desthilatê ve tên parastin.
Li gor heman çavkaniyê: ‘’Çend heftî berî naha piştî hack kirina kamerayên çavdêriya girtîgeha Evîn a Tehranê, çend girte vîdeo hatin belav kirin ku belgeyên ku nayên derewandin û haşayî lê nayê kirin, wê yekê nîşan dide ku di girtîgehên Îranê de îşkence û reftarên xirab li hember girtiyan bi awayekî berfireh tên birêve birin.’’
Basnews
