Serokê herêmê li Londonê ye
vê serdana Serokê herêmê çend rojan bidome.
Bi alaya Kurdistanê ve ji aliyê rayedarên Brîtanyayê ve hate pêşwazîkirin.
Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kiriye, ku, roja çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gehêştiye Londona paytexta Brîtanyayê û li balefirxaneyê ji ailyê rayedarên Brîtanyayê ve hatiye pêşwazkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya herêmê, vê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana han de li gel Serokwezîrê Brîtanyayê, wezîrê derve, wezîrê berevanî û rayedarên dinyên Brîtanyayê bicive.
Di civînan de vê behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê, rewşa Îraq û deverê, şerê dijî terorê û hevbeşiya navbera Kurdistan, Brîtanya û Îraqê were kirin.
