Sêyem pira bazirganî di navbera Herêm û Tirkîyê da hat vekirin
Nuh Silêman peyamnêrê WAARê li Zaxo ragihand; Îro sibehê bi amadebûna berpirsên Herêm û Tirkiyê, sêyem pira bazirganî û derbas bûnê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê da li derîyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl hate vekirin.
Got jî: Merem jê zêdekirina qebarê alûgora bazirganîye di navbera Herêm û Tirkiyê de û niha li alîyê Tirkiyê, berpirsên gumirkên Herêm û Tirkiyê di kombûnê dane.
Waar.tv
