Li Moskovayê Nêçîrvan Barzanî digel Vladimir Putin dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêya Îgor Sechin Serokê Cîbicîkar yê Kompaniya Rosneft ji aliyê ofîsa Vladimir Putin Serokê Rûsya Federal ve hatiye vexwandin.
Nêçîrvan Barzanî roja 9 gulanê beşdariyê di çalakiyên merasima 73 saliya bi dawî hatina Cenga Cîhanî ya Duyem dike û di vê serdana xwe de digel Vladimir Putîn Serokê Rûsyayê û hijmareke berpirsên Rûsya ya Federal dicive.
