Namzedê PDKê: Hemwelatî dê bi dengên xwe xiyanetkarên 16ê cotmehê ceza bikin!
Kandîdê rêza 23 yê PDKê yê Hewlêrê Xazî Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lîsteya 184 giştî digre navxwe û hemû pêkhateyên Kurdistanê di nav de hene, bernameyek stratejîk bo çareseriya hemû pirsgirêkan heye.’’
Herwaha behsa vê yekê dike ku PDK hêzeke rijd e ji bo mafên hemwelatiyên Kurdistanê û dê her wisa jî bimîne. Ji ber pir giringe dengdêrên kurd dengên xwe bidin lîsteya 184 û dikarin bi deng PDKê teşfîq bikin ku bingehên giştî yên mafê gelê Kurdistanê bidest bîne.
Herwaha got, pêwîste hemwelatî deng bidin namzed û lîsteyên ku di berjewendiyên xwe yên taybet li berçav nagrin û di vê dema parlamentoyê de hejmarek parlamenteran mayîna wan wek nûner ket bin pirsyaran û qasê ku di xema şîe û sunne da bûn, nûneriya kurdan nekirin.
Basnews
