RAPIRSIYA HERÎ DAWIYÊ – Kîjan partî benda hilbijartinan derbas dike?
Di 24ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hilbijartinên girîng hene, piştî peymanên nav partiyên Tirkî du enî hatine avakirin ku ev enî ji Hevpeymaniya Cumhûr ango eniya AK Partî û MHPê; eniya din jî Hevgirtina Milletê ye ku ji 4 partiyên opozîsyonê pêk tê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji van her du eniyan re jî nehate vexwendin; lê 5 partiyên Kurdistanî gilopa kesk ji HDP'e re vêxistin û tê payîn ku di hilbijartinan de ji bilî HAK-PAR'ê wê hemû partiyên Kurdî piştgiriya HDP'ê bikin, HUDA-PAR jî yek ji wan partiyan bû ku wê jî daxwaza gotûbêjan kiribûn ji HDP'ê; lê hewldana wan heta niha bê bersiv mane.
Li gorî encamên rapirsiya Şirketa Lêkolînan a Mediarê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Hevpeymaniya Cumhûr dê ji sedî 42.5 dengan bi dest bixe, CHP ji sedî 22.9, ÎYÎ Partî ji sedî 17.1, HDP ji sedî 13.2 û Partiya Saadetê jî 3.1 dengan bi dest bixe.
Encamên rapirsiyê yên bo namzedên serokomariyê jî wiha ye:
Recep Tayyip Erdogan: Ji sedî 42.11
Muharrem Înce: Ji sedî 20.11
Meral Akşener: Ji sedî 19.70
Selahattin Demirtaş: Ji sedî 13.38
Temel Karamollaoglu: Ji sedî 3.08
Rudaw
