• Friday, 27 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana Brîtanyayê dike û ligel Boris Johnson dicive

Gulan Media September 15, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana Brîtanyayê dike û ligel Boris Johnson dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Brîtanya dike û biryar e li gel Serokwezîr, Wezîrê Derve û Wezîrê Berevaniyê yên wî welatî bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 15ê Îlona 2021ê serdana paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê dike û heya 17 mehê li wir dimîne.

Biryar e Nêçîrvan Barzanî îro ligel Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace bicive û herwiha biryar e roja 16 mehê jî li gel Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raa bicive, roja 17 mehê jî li gel Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dicive.

Ev duyemîn serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye ji bo Brîtanya bo dema 3 roja dibe û cara yekemî di 19 meha Gulana 2014ê de bû wê demê  weke Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê serdana Londonê kiribû.

Nêçîrvan Barzanî ligel Boris Johnson
Brîtaniya konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê heye û endamekî serekî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ye û hejmarek ji leşkerên Brîtanî li Herêma Kurdistanê hene. Herwiha Brîtanya roleke çalak di rêkxistin û yekgirtina lîwayên Pêşmerge de heye.

 

Rudaw

Top