HSD: Li Efrînê bi şêwazên cuda şer berdewam dikin
Peyvdarê HSDê Kîno Gabriyêl li ser dubare destpêkirina operasyona Bagerê Cezîrê li rojhilatê çemê Ferêt ji K24ê re ragihand, operasyona Bagera Ferêt bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û di nava wê de Amerîka û Fransa berdewan e û hêzên wan jî li ser erdê hene û odeyeke hevbeş ji serkirdeyên HSDê û şêwirmendê wan de heye.
Li ser cih û erkên hêzên Fransî, Gabriyêl got: “Em nikarin cihê bicihbûna hêzên Fransî diyar bikin, lê hêzên Fransî li Minbicê ne û li gor Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkî diyar kiriye ku hêzên Fransî li Dêra Zorê jî hene. Hêzên Fransî di çarçova Hevpeymaniya navdewletî de jî bi erkê xwe radibin.”
Derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li ser Minbicê de, Peyvdarê HSDê got: “Li gor gengeşeyên di navbera me û serkirdeyên leşkerî yên Hevpeymanan de, wan ji me re tekez kirin ku Hevpeymaniya Navdewletî dê parastina deverên ku hêzên HSDê lê ye bikin.”
Derbarê êrîşên rêjîma Sûriyê li ser xalên HSDê li Dêra Zorê jî got: “Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûna hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên ser bi wê ve jî berdewam in bi taybet jî li Dêra Zorê.”
Li ser plana HSDê li Efrînê, Peyvdarê HSDê got: “Li Efrînê hêzên me bi şêwazên cuda cuda operasyonên xwe berdewam dikin û daxwazê ji Tirkiyê dikin ku hêzên xwe ji Efrînê bikşîne û rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigire. Ti pirsgirêkên me bi welatên cîran re nîn in heger êrîşî me nekin, heger Iraq be yan Tirkiye be ya her hêzeke din be jî.”
Herwiha got: “Divê pirsa Sûriyê ne di rêyên leşkerî û operasyonên dagîrkirinê re were çareserkirin, belkû divê bi çareseriyên siyasî dawî bi kirîza Sûriyê were, li ser bingeha ku azadiya gelê Sûriyê misoger bike û sîstemeke federal were avakirin.”
K24
