Beşek ji HDPê piştevaniya peyama CHPê dikin
Li Tirkiyê di 24ê Heziranê de wê hilbijartinên pêşwext pêk werin. Nazmedê serokkomariyê yên 3 partiyên sereke diyar bûn. Yek ji wan jî namzedê partiya opozîsyona sereke ya Tirkiyeyê CHPê Muharrem Înce ye ku bi gotinên xwe yên derbarê HDP û Kurdan de bû sedema nîqaşan.
Roja ku namzediya Înce hat ragihandin, Înce helbesta helbestvanê navder ê kurd Ahmet Arîf xwendibû û bal kişandibû ser Kurdan û piştre derbarê kêşeya Kurd de jî gotinên bi îdia anîbû ziman. Herwiha Înce eşkere kir ku dê serdana namzedê serokomarîyê yê HDPê Selahattîn Demîrtaşê ku di girtigehê de ye de bike û ew daxuyanî bû sedema berteka HDPê û rê li ber nîqaşan vekir.
Di HDPê de hin kes piştevaniya gotinên Înce kirin lê hin kes jî wisa diyar kirin ku ew bo bidestxistina dengê kurdan taktîkek e.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê Sevtap Akdogan ji K24ê re got: “Em van daxuyaniyan ji bo demokrasiyê erênî dibînin. Li gorî me di vê mijarê de pirsgirêk ew e ku di navbera bangewazî û kiryariyan de aheng tune ye. Helbet daxuyaniyên CHP û namzedê wan ê Serokkomariyê Muharrem İnce girîng in, lê belê em helwesta CHP a antî demokratik a li hemberî Kurdan û HDPê jî baş dizanin. Mesela CHP di rakirina parêzbendiyan de perpirsyar e, ku niha bi encama piştgiriya wan brêz Demirtaş di girtîgehê de ye. Ji ber vê yekê em daxuyaniyên CHPê erênî dibînin lê em îhtimala van daxuyaniyan wek taktik jî dinirxînin.”
Lê di nav HDPê de hin kes jî CHP û namzede wan ê Serokkomariyê Muharrem İnce ji hev cihê dinirxînin.
Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Garo Paylan got: “Min heta niha di meseleya Kurd û HDPê de; ji CHPê pir tiştên erênî nedîtiye, lê rewşa Muharrem İnce cuda ye. Di mijara rakirina parêzbendiyan de li gel ku CHP biryara piştgiriyê girtibû jî Muharrem İnce li dijî vê helwesteke zelal nişan dabû. Ji ber vê yekê gumana min ji dilpakiya daxuyaniyên Muharrem İnce nîne. Lê belê divê ev daxuyaniyên wî wek fikra şexsî nemîne û bibe politikaya partiyê. Ev tişt jî girîng e. Divê mirov lê binêre ka gelo partiya wî piştgirî dide van daxuyaniyên wî yan na?”
CHP ku ji aliyê damezrenêrê TirkIyê Atatûrk ve hatiye avakirin, car caran derbarê kêşeya kurdan de biaxive jî, li pêşiya mafên kurdan weke partiyekê asteng tê dîtin. Ji ber polîtîkayên wê, li Bakurê Kurdistanê û di nav kurdan de piştevaniyên wê gelek kêm in. Di nav CHPê de hin kes hêvî dike ku CHP bi saya gotinên Înceyê derbarê Kurdan de dêngên Kurdan bi dest bixe.
K24
