Bexda- Çekdarên Heşdî Şabî û hêzeke emnî rûberûyî hevdu bûn
Do roja duşemê çekdarên Heşdî Şabî li ber herêma kesk a Bexdayê rûberûyî hêzeke emnî bûne.
Êvara îro roja duşemê çekdarên Heşdî Şabî ku weke "Heşdî Wezareta Bergiriyê" tên naskirin, ji ber hilweşandina peymana wan, li ber herêma kesk kom bûn û xwepêşandan pêk anîn, piştî hêzên parastina yasayî li Bexda hewl dan wê kombûnê belav bikin. Lêbelê endamên Heşdî Şabî bi keviran êrîşî hêzên yasayî kirine.
Medyaya Iraqê belav kiriye bi dehan çekdarên Heşdî Şabî daxwaza dirêjkirina peymana xwe kirine. Lêbelê piştî danûstendinê rûberûyî hevdu bûne.
Ligor kurtevîdyoyan ji ber rûbirûbûna bi keviran ji herdu aliyan 8 kes birîndar bûne.
