• Friday, 27 February 2026
logo

'Li Herêma Kurdistanê 8 ol di nava aştiyê de dijîn'

Gulan Media September 14, 2021 Nûçe
'Li Herêma Kurdistanê 8 ol di nava aştiyê de dijîn'

Bi çavdêriya Serokomarê Îtalyayê û bi beşdariya hejmarek serokên welatan û wezîr û nûnerên li ser asta cîhanê, herwiha bi beşdariya şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Korbenda G20 a Navbera Olan birêve diçe.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq di korbendê de li ser pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina ruhê pêkvejiyanê û herwiha bandora zanayên olî li ser hevqebûlkirin û parastina aştî û pêşvebirina xoşewîstî û redkirina axaftinên tundrewiyê, paneleke taybet pêşkêş kir.

Piştîwan Sadiq bal kişand ser olên li Herêma Kurdistanê, ku heşt ol li Herêma Kurdistanê hene û li gor yasaya hejmara 5 a sala 2015an a Parlamentoya Kurdistanê mafên wan parastî ne û hemû bi hev re bi aştî û xoşewîstî dijîn û beşdarî roj û cejnên hev dibin.

Li Îtalyayê di çarçoveya korbendê de, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî çendîn hevdîtinên cuda ligel kesayetên siyasî û olî li ser asta cîhanê pêk tîne.

Hêjayî gotinê ye ku li ser asta Iraqê, tenê şanda Herêma Kurdistanê ji bo korbendê hatiye vexwendin.

 

K24

Top