• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandarek milîsên Heşdî Şeibî li Kerkûkê hate kuştin!

Fermandarek milîsên Heşdî Şeibî li Kerkûkê hate kuştin!
Derengê şeva borî berpirsê milîsên Heşdî Şeibî yê ser bi gruba Esayîb Ehl El-heq li bajarê Kerkûkê hate kuştin.

Çavkaniyek agahdar li Kerkûkê taybet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî li nav bajarê Kerkûkê destdirêjiya gule li ser berpirsekî îstixbaratê yê ser bi milîsên Heşdî Şeibî hate kirin û hat kuştin.’’

Herwaha amaje bi vê yekê kir ku navê wî kesê ku hatî kuştin Elî Mehdî ye û berpirsê îstixbarata gruba Esayîb Ehl El-heq ya parêzgeha Kerkûkê ye.

Esayîb Ehl El-heq yek ji grubên ser bi milîsên Heşdî Şeibî ye ku ji grubên herî tundrê yên milîsên Heşdî Şeibî tê pênase kirin.

Top