• Wednesday, 18 February 2026
logo

Namzedekî parlamentoya Iraqê bi kêran hat kuştin!

Namzedekî parlamentoya Iraqê bi kêran hat kuştin!
Li gundekî Mûsilê, namzedekî parlamentoya Iraqê bi kêran hat kuştin.

Efserekî polîsê Mûsilê bi navê Emîr Wasiq ji BasNewsê re got, şeva borî namzedekî parlamentoya Iraqê bi navê Farûq Mihemed Zerzûr li mala xwe de li gundê Lezage yê bajarokê Geyare yê Mûsilê, bi kêran hatiye kuştin.

Wî efserî da zanîn, êrişker piştî kuştina wî namzedê ji cihê rûdanê reviyane.

Ji destpêka xebatên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ve heta niha, çend namzedên parlamentoya Iraqê ji hewlên kuştinê rizgar bûne.

Basnews
Top