Kerkûk- PDK 2 baregehên din ê hilbijartinê vekir
Roja roja yekşemê 12.09.2021ê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK 2 baregehên din ê hilbijartinê vekir.
Berpirsê Liqa PDKê li Kerkûkê Merîwan Celal ji BasNewsê re axivî û da zanîn li nêzîkî çarêya Îxwan li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê, binkeya hilbijartinê ji kandîd Şaxewan Ebdulla kandîdê PDKê li Kerkûkê hat vekirin. Herwiha Merîwan Celal aşkere kir ku layangirên PDKê bi ala Kurdistanê û wêneyên Serok Barzanî beşdarî vekirina baregehê bûn.
Herwiha Merîwan Celal di berdewamiyê jî de da zanîn PDKê baregeha din a hilbijartibê ji kandîdê xw Necwe Kakeyî vekiriye.
Merîwan Celal aşkere kiriye wê PDK tevî kadro û layangiran wê heta roja hilbijartinê kar bikin ji bo kandîdên wan ê parlementeriyê serkeftî bibin.
Biryar e di 10.10.2021ê hillbijartina pêşwext a Parlementoya Iraqê li bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê birêve biçe.
Basnews
