• Friday, 27 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 13, 2021 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 146 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 6 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûye

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 23104 kesan, ji wan 2019 kes baş bûne û 809 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Top