Israîl gefa kuştina Esed dike
Wezîrê Israîlî diyar kir, ku heya niha welatî wî destwerdan di şerê Sûrya de nekiriye, lê heger rêjîma Sûryê rê li ber Îranê veke ku êrîşî Israîl bike, wê demê wê Israîl rêjîma Esed jinav bibe.
Li gorî malpera Sputnik ya Rûsî, berî niha jî artêşa Israîl gef li Serokê Sûryê kiribû û gotibû: Heger Îran bi riya Sûryê nêzîkî berjewendiyên Israîl bibe, wê Esed bi xwe ji ser nexşeya cîhanê bê rakirin.
Berî niha jî, şêwirmendê Rêberê Îranê ji bo karûbarên navnetewî Elî Ekber Wîlayetî gotibû: Êrîşa Israîlê li ser bingeha T4 ya serbazî li Sûryê, ku di encamê de gellek şêwirmendên serbazî yên Îranî hatin kuştin, tawanek e û bê sizadan derbas nabe.
K24
