• Friday, 27 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ji bo berjewendiyên giştî û parastina pêgeha PDKê, me biryar da beşdariyê di hilbijartinan de bikin

Gulan Media September 12, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Ji bo berjewendiyên giştî û parastina pêgeha PDKê, me biryar da beşdariyê di hilbijartinan de bikin

 Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, karnavala nasandina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê dest pê kir.

Bi amadebûna Serok Barzanî û beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Berpirs û endamên polîtburo û serkirdatiya PDKê, li Hewlêrê karnavala nasandina kandîdên PDKê bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê birêve çû.

Serok Barzanî got: “Di roja 11ê Îlonê de ku rojek gelek pîroz e, em li vir kom bûne ji bo hilmeta hilbijartinê bo kandîdên xwe rabigihînin. Şoreşa Îlonê ne tenê şoreşeke çekdar bû, lê belê şoreşeke siyasî û civakî bû. Şoreşa dirustkirina take Kurd bû. Şoreşa dirustkirina baweriyê di nava miletekî de bû, da ku bizane ku ew xwedî doz e û çawa berevaniyê li wê doza xwe bike û planên dijminan pûç bike.”

Serok Barzanî got: “Di roja 11ê Îlonê de ku rojek gelek pîroz e, em li vir kom bûne ji bo hilmeta hilbijartinê bo kandîdên xwe rabigihînin. Şoreşa Îlonê ne tenê şoreşeke çekdar bû, lê belê şoreşeke siyasî û civakî bû. Şoreşa dirustkirina take Kurd bû. Şoreşa dirustkirina baweriyê di nava miletekî de bû, da ku bizane ku ew xwedî doz e û çawa berevaniyê li wê doza xwe bike û planên dijminan pûç bike.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Şoreşa Îlonê, bingeha hemû tevgerên rizgarîxwaz ên piştî sala 1961an û heta îro bû, ji bo pêşerojê jî dibe bingeha tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê. Şoreşa Îlonê dibistaneke mezin e, gelek qehremanên mezin pêgehandin û destkeftên mezin ji gelê Kurdistanê re bi dest anî, ji hemûyan mezintir jî ew e ku miletek hişyar kir û bû miletekî xwedî bi xwe bawer, ev jî ji her tiştekî mezintir e.”

Derbarê hilbijartinên Iraqê de, Serok Barzanî gor: “Mehek heta hilbijartinên Parlamentoya Federalî maye. Her çend e gelek têbîniyên me li ser yasaya hilbijartin û dabeşkirina kursiyên parêzgehan heye ku ti dadperwerane tê de nîne, ji ber ku serjimêrî nehatiye kirin, lê belê ji bo berjewendiya giştî û ji bo ku pêgeha PDKê biparêzin, me biryar da bi hemû kêmasiyên di hilbijartinê de heye, beşdar bibin.”

Serok Barzanî got: “Daxwaza me ji hemû xelkê Iraqê û hemû aliyên beşdarî hilbijartinan dibin ew e, divê hilbijartineke pak û sextekarî tê de nebe be. Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî jî tekezî li ser wê kiriye ku hilbijartin pak be û wan soz daye ku bi tundî çavdêriyê dikin, ji bo sextekarî çênebe.”

Herwiha got: “Bêguman hilbijartin, rastirîn û baştirîn rê ji bo her guhartinekê di desthilatê de ye. PDK bi xwe xwediyê bîrokeya hilbijartin e. Di bîra hemûyan de ye, di sala 1991an di dema raperîna mezin de, me li bajarê Koyê ew bangewazî arasteyî hemû cîhanê û gelê Kurdistanê kir û me got ku em dixwazin hilbijartinan bikin û ji şeriyeta şoreşgeriyê derbasî şeriyeta destûr û yasayê bibin. Niha jî em dibêjin, her guhartinek di desthilatê de, divê bi riya hilbijartin û demokrasiyê be.”

Serok Barzanî tekez kir: “Dil hilbijartinên borî de, PDK ne tenê li ser asta Herêma Kurdistanê, lê belê li ser asta hemû Iraqê bû partiya hejmar yek. Bêguman ev encama kes û westan serkirde, kadro û alîgirên PDKê bû. Lê belê ji bîr nekin, xelata gelê Kurdistanê ji bo PDK'ê, ji bo helwesta neguher û niştimanperweriya rast a PDK'ê bû. Hêvîdar im vê carê jî PDKê di vê hilbijartinê de yekem bimîne.”

Serok Barzanî tekezî li wê jî kir, divê rêxistinên PDKê bi rênimayên Komîta Bilind a Hilbijartinan pabend bin û daxwaz ji wan kir jî, aramî, ewlehî û hêminiyê biparêzin û xwe ji teşhîr û tiştên din derveyî yasayê dûr bigirin.

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Hêvîdar im ji niha û pê ve Serokatiya Encûmena Wezîran, Encûmena Wezîran û Parlamento di bala wan de be ku xizmeteke baştir pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin. Ji her tiştî girîngtir jî, ew girîngiyê bidin perwerdeyê. Pêştir dijminan bi tank, top û firokeyan êrîşî me dikir û me berevanî dikir. Hin caran me gelek ziyan jî didît, lê belê niha dijmin bi awayekî din êrîşî me dike, bi amrazeke din a tirsnak û xiraptir, wan hîştiye ku girêdana ciwanan bi welatê wan kêm bibe. Ev metirsiyeke gelekî mezin e û divê perwerde di polên destpêkê de vê yekê li ber çav bigire.”

 

K24

Top