• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bi belge…Hewza Ilmî ya Necefê dengdana ji Ala Talabanî re heram kir!

Bi belge…Hewza Ilmî ya Necefê dengdana ji Ala Talabanî re heram kir!
Li gor belgeya ku di torên civakî de hatiye belav kirin û li gor tê îdia kirin ji aliyê encûmena fuzella ya Hewza Ilmî ya Necefê derxistiye dengdana rêvebera YNKê ya endamtiya wê hatî cemidandin Ala Talabanî û hejmarek rêveberên din ên Iraqê dengdana wan wek heram hatiye pênase kirin.

Di belgeya mijara gotinê de hatiye destnîşan kirin ku: ‘’Piştî ku me pirs ji merciyên şîe kir, daxwazên gelê Iraqê me danî berdestê wan, ku navên gendelkaran diyar bikin, wan jî bersiv da û gotin: ‘’Eger fetwaya me destkarî li ser bê kirin çi çêdibe eger em navê gendelkaran jî aşkera bikin.’’

Berî naha merciya bilind a şîeyan li Necefê Elî Sîstanî derbarê helbijartinên 12.05.2018ê ragehandibû: ‘’Yên hatine ceribandin careke din nayên ceribandin.’’ Ev jî bibû sedem ku rêveberên piştî azadiya Iraqê heta naha li desthilatiyê ne, şiroweyên cuda cuda ji bo wan gotinan bikin û xwe dervey vê gotinê bigrin.

Herwaha amaje bi vê yekê jî hatiye kirin ku, ji bo gelê Iraqê yê herî baş helbijêrin û gendelkaran dûr bixin, wan nava ne hatine diyar kirin ku ‘’Heram e deng ji wan re bê dayîn.’’

Li gor wê lîsteya ku navê 50 rêveber û parlamenteran têde ye û careke din bûne namzed dengdana ji wan re hatiye heram kirin. Di nav wan navan de Heyder Ebadî, Nûrî Malikî, Selîm Cibûrî, Eyad Elawî û Ala Talabanî jî heye.

Basnews
Top