• Wednesday, 18 February 2026
logo

HILBIJARTIN – Encama rapirsiya dawîn

HILBIJARTIN – Encama rapirsiya dawîn
Li gor rapirsiya dawîn a Peymangeha Kurdistanê ya ji bo mijarên siyasî, li ser encamên hilbijartinên vê carê yên Parlementoya Iraqê, herî zêde Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kursiyên Kurdan werdigre ku di navbera 21 – 22 kursî de ne. Piştî PDKê jî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tê ku navbera 10 – 11 kursî bi dest dixe. Piştre Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî 8 - 9 kursî û Tevgera Goran jî 5 - 6 kursî. Herwiha Tevgera Nifşê Nû 4 – 5 kursî û Yekgirtûya Îslamî 3 – 4 kursî û Komela Îslamî jî 1 – 2 kursî werdigrin.



Peymangeha Kurdistanê ku ji bo vê hilbijartinê duyem rapirsiya xwe amade kir, di papirsiyê de 3000 form li her sê parêzgehan Hewlêr, Duhok û Silêmanî dabeş kirin.



Beşdarên rapirsiyê %64.87 mêr û %35.13 jî jin bûn. Temenên beşdaran di navbera 18 – 64an de bûn. Lê belê piraniya beşdarên rapirsiyê navbera 26 – 35 salî bûn ku rêjeya wan %34.32 e. Herwiha %22.21ê beşdarên rapirsiyê bêkar in ku bû. Li ser asta xwendinê jî gelek ji wan beşdarên rapirsiyê, bawernameya wan a zanîngehê hebûye ku rêjeya wan %23.85 e.



Li gor rapirsiyê %80.99 beşdaran berî niha di hilbijartinên 2014an a Parlementoya Iraqê de deng dane û %19.01 deng nedane. Kesên ku beşdarî hilbijartinan bûne, %41.10ê wan dengê xwe dane PDKê, %20.95 dane YNKê, %18.93 deng dane Goran, %7.53 dane Yekgirtû û %3.11 dane Komel.



Rêjeya beşdariyê %78 e



Rapirsiya berî niha li ser beşdariya dengderan bo hilbijartinan wisa pêşbînî dikir ku di navbera %55 – 65 bibe, lê li gor rapirsiya niha ya Peymangeha Kurdistanê, rêjeya beşdariyê dê %78.26 bibe. Herwiha %9.17ê beşdarên rapirsiyê dibêjin ku hêj biryar nedane ku dê di hilbijartinan de deng bidin an na û %12.57 jî diyar dikin ku beşdarî dengdana hilbijartinan nabin.



Li gor rapirsiyê rêjeya herî zêde ya beşdariya hilbijartinan dê li parêzgeha Duhokê bi rêjeya ji sedî 85.25 bibe, piştî wê parêzgeha Hewlêrê bi rêjeya ji sedî 79.52 û dûvre jî parêzgeha Silêmanî bi rêjeya ji sedî 72.21 bibe.



Kesên ku hêj biryar nedane gelo beşdarî hilbijartinan bibin an na, ji sedî 12.14ê wan ji parêzgeha Silêmanî, ji sedî 9.28 ji parêzgeha Hewlêrê û ji sedî 4.83 jî ji parêzgeha Duhokê ne.



Hûn dê dengê xwe bidin kê?



Pirsyareke rapirsiyê ev e: “Eger hûn beşdarî hilbijartinan bibin, hûn ê dengê xwe bidin kê? Di bersiva vê pirsê de, %33.22 beşdaran dibêjin deng didin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). %13.10 deng didin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), %10.01 deng didin Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê, %10.06 deng didin Tevgera Goran, %8.84 deng didin Nifşê Nû, %6.53 deng didin Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, %3.13 deng didin Komela Îslamî ya Kurdistanê. Herwiha %6.88 jî kaxiza spî dê têxin nav sindoqên dengdanê. %0.78 deng didin Bizûtneweya Îslamî, %0.35 deng didin Tevgera Hîkme ya Niştimanî, %1 deng didin Partiya Komunîst a Kurdistanê û %0.61 deng didin Partiya Sosyalîst. Herwiha %0.48ê beşdarên rapirsiyê jî deng bi ti kesî nadin.



KÎJAN PARTÎ LI KÎJAN PARÊZGEHÊ ÇEND KURSÎ BI DEST DIXE?



Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)



Li gor rapirsiya Peymangeha Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 21 – 22 kursî bi dest dixe. PDK li Hewlêrê 5 – 6 kursî bi dest dixe ku di hilbijartinên berê de 7 kursî bû. Li Duhokê 8 – 7 kursî bi dest dixe ku di hilbijartinên berê de 8 kursiyên wê hebûn. Li Silêmanî jî 2 – 3 kursî ku di hilbijartinên berê de 2 kursiyên PDKê ji wê parêzgehê hebû.



Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)



Li gor encama rapirsiyê, YNK 10 – 11 kursî bi dest dixe ku 2 – 3 kursî li parêzgeha Hewlêrê werdigre, YNK di hilbijartinên berê de li Hewlêrê 4 kursî bi dest xistibûn. Li Silêmaniyê 4 – 5 kursî bi dest dixe ku di hilbijartinên berê de 6 kursî bû. YNK li Duhokê di hilbijartinên berê de kursiyekî wê hebû, rapirsî pêşbînî dike ku YNK wî kursî cardin bi dest bixe, yan jî ji dest bide.



Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê



Li gor rapirsiyê, partiya Berhem Salih, Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê ku yekem car e beşdarî hilbijartinan dibe 8 – 9 kursî bi dest dixe. Li Hewlêrê 1 – 2 kursî, li Silêmanî 3 – 4 kursî û li Duhokê jî 0 - 1 kursî.



Tevgera Goran



Tevgera Goran ku di hilbijartinên berê de xwediyê 9 kursiyan bû, li gor rapirsiyê vê carê 3 – 4 kursî ji dest dide û bi giştî 5 – 6 kursî bi dest dixe. Wisa xuya ye Goran li Hewlêrê 2 kursiyên xwe yên hilbijartinên berê biparêze, yan jî kursiyek ji dest bide. Li Silêmanî jî ku 7 kursiyên wê hebûn 3 – 4 kursî bi dest dixe. Herwiha li Duhokê ti kursî bi dest naxe.



Tevgera Nifşê Nû



Li gor rapirsiyê partiya Şasiwar Ebdulwahîd, Tevgera Nifşê Nû ku yekem car e beşdarî hilbijartinan dibe û çavê wê li ser dengên xortan û li wan kesan e ku ji siyaseta hikûmraniya Herêma Kurdistanê hêrs bûne, 4 – 5 kursî bi dest dixe. Li Hewlêrê 1 -2 kursî, li Silêmanî 2 -3 kursî û li Duhokê jî 0 – 1 kursî.



Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê



Li gor rapirsiyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 3 – 4 kursî bi dest dixe ku berî niha 4 kursiyên wê hebûn. Yekgirtû ku di hilbijartinên berê de li Hewlêrê ti kursî bi dest nexist, vê carê 0 – 1 bi dest dixe, li Duhokê ku kursiyê wê hebû, 2 – 3 kursî û li Silêmanî jî ku 2 kursiyên wê hebûn, dibe ku 2 kursiyên xwe ji dest bide, yan jî kursiyek bi dest bixe.



Komela Îslamî ya Kurdistanê



Li gor rapirsiyê, Komela Îslamî di vê hilbijartinên Parlementoya Iraqê de 1 – 2 kursî bi dest dixe ku di hilbijartinên berê de 3 kursiyên wê hebûn. Li Hewlêrê 0 – 1 kursî, li Silêmanî 0 – 1 kursî û li Duhokê jî ti kursî bi dest naxe.

Rudaw
Top