• Friday, 27 February 2026
logo

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 11, 2021 Nûçe
Peyamek  ji  Serokê  Herêma  Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro înê 10ê Îlona 2021ê di peyamekê de ragihand; di demek de propaganda û bangeşeya hilbijartinên 10ê Cotmeha bê li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe, daxwazê ji hemû aliyek dikim bangeşeyeke medeniyaneya aram, li asteke bilind da encam bidin.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye diyarkirin; Hemû hizb û aliyên siyasî divê ewe li bîra wan bê ku piştî hilbijartinê me hemûyan armanca me ewe li Bexda pêkve kar bikin ji bo bihêzkirina demokrasiyê, berjewendiyên Iraqê bi giştî û bi dest ve anîn û parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bi taybetî.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Kurdistaniyên xoşewîst

Welatiyên ezîz ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê

Di demek de propaganda û bangeşeya hilbijartinên 10ê Cotmeha bê li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe, daxwazê ji hemû aliyek dikim bangeşeyeke medeniyaneya aram, li asteke bilind da encam bidin. Nebe sedema bêzarkirina welatiyan û ji hemû têkdan û hevdû şikandin û nav biçûkkirinê dûr bê. Bi tu awayek li ser hesab û lekedarkirina kesayetiya berbijêr, bi taybetî berbijêrên jinan nebe.

Hemû alî û dam û dezgehên îdarî û emnî û medya û civaka medenî, hevkar bin ji bo serkeftina proseya birêvebirina bangeşeya hilbijartinê di çarçoveya yasayê de. Bi tevahî azad bê û derfeta wekhevî û wekî yek ji bo hemû aliyan û berbijêrek bê rexsandin.

Hemû hizb û aliyên siyasî divê ewe li bîra wan bê ku piştî hilbijartinê me hemûyan armanca me ewe li Bexda pêkve kar bikîn ji bo bihêzkirina demokrasiyê, berjewendiyên Iraqê bi giştî û bi dest ve anîn û parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bi taybetî. Li bangeşeya hilbijartinê da divê kareke wiha neyê kirin hemahengî û alîkarî û pêkveyî û karê hevbeşî ya paşerojê li Bexda dijwartir bike.

Dengdan maf û erk û berpirsiyariye, divê peyama me hemûyan ewe bê ku welatî wê mafê xwe bikarbînin, erk û berpirsiyariyê hilbigrin û bi beşdariyeke çalak li dengdanê da bikin, hemû pêkve li guhertin û hewlên avakirina paşerojeke baştir da beşdar bibin. Ev hilbijartin ji bo Iraqiyan girînge, civaka navdewletî jî bi girîngiyê ve lê temaşe dike. Ji bo wê yekê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa tîmên xwe dişînin û li nêzîk ve çavdêriyê dikin.

Hêviya bangeşeyeke serkeftî ji bo hemû aliyek û hilbijartineke pak û bêkêmasî dixwazim ku cihê baweriya me hemûyan be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

10.09.2021

Top