• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê bi tundî bersiva Amerîkayê da!

Tirkiyê bi tundî bersiva Amerîkayê da!
Piştî ku hinek raport derketin ku Kongreya Amerîkayê projeyekê ji bo rawestandina firotina çekan bo Tirkiyeyê gotûbêj dike, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, eger pêkanînên waha li ser welatê me werin danîn, em jî dê bersivê bidin.

Çavuşoglu beşdarî bernameyeke CNN Turkê bû û got, "ji ber ku hêzên mezin û ti dewlet nikare pêkanîn û dorpêçan li ser dewleteke din bisepîne û eger Amerîka pêkanînek waha li ser me bisepîne, em jî dê bersivê bidin."

Wezîrê tirk got, "Tirkiye welatekî serbixwe ye û ne di bin fermana Amerîkayê de ye" û destnîşan kir ku "helwesta Amerîkayê ne li gorî têkiliyên hevpeymaniyê ne."

Çavuşoglu di berdewamiya axiftina xwe de bibîr anî ku dê serdana Amerîkayê bike û wiha dewam kir: "Hefteya bê, ez ê serdana Amerîkayê bikim. Betalkirina firotina balafirên F-35ê nayê qebûlkirin, eger wisa bibe, dê bersiva wê ji Tirkiyeyê bistînin."

Li ser ihtimala ku hêzên erebî bo Sûriyê werin şandin, Çavuşoglu got, "a giring bê ji bo çi hatine".
Herwiha wezîrê tirk diyar kir ku hîn jî "operasyona li bakurê Iraqê di rojevê de ye".

Çavuşoglu derbarê rakirina vîzeyan di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî axift û got: "Bi awayekî qismî be jî îsal vîzeyên li gel Rûsyayê radibin. Belkî heta dawiya salê, hûn bibînin Serokkomarê me Erdogan bi Pûtîn re bi telefonê biaxive yan jî gava werin cem hev bibêjin "ka em vîzeyê rakin."

Basnews
Top