• Wednesday, 18 February 2026
logo

Banka Cîhanî: Hewlêr dikare bibe navendeke girîng

Banka Cîhanî: Hewlêr dikare bibe navendeke girîng
Banka Cîhanî di rapora xwe ya herî dawiyê de destnîşan kiriye ku cografyaya Herêma Kurdistanê xwedî ciheke stratejîk e, eger baş bê bikaranîn dikare bibe navendeke girîng a bazirganiyê.



Di rapora herî dawî ya Banka Cîhanê de hate gotin ku bi serastkirina yasayên derbarê bazirganî û hilberanînê de Herêma Kurdistanê dikare ji cografya xwe sûdeke baş werbigire.



Li gorî heman raporî ji ber nebûna yasayên guncav ên derbarê bazirganiyê de pirsgirêka herî mezin e li pêşketina peywendiyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran wek Tirkiye û Îranê de.



Banka Cîhanî dibêje ji bo ku Herêma Kurdistanê bibe navendeke baş a bazirganiyê pêwîst e, peywendiyên xwe yên ligel ragihandin, zanyarî û teknolijiyê bihêz bike.



Îranê gava herî girîng avêt



Ji aliyê din ve Îranê ji bo pêşxistina tekîliyên aborî û bazirganî ligel Herêma Kurdistanê gaveke girîng avêt û di vê çarçoveyê de roja çarşemê 2ê Gulana 2018an, Konferansa Pêşvebirina Peywendiyên Aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bi beşdariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û çendîn rayedarên payebilind û wezîrên Kurdistan, Iraq û Îranê li Hewlêrê hat sazkirin.



Berpirsê Herêma Kurdistanê li Odeya Bazirganiya Hevbeş a Îran û Iraqê Yûsif Bapirî ji Rûdawê re ragihand: “Em dixwazin wek Îranê bibin şirikê bazara Herêma Kurdistanê. Çimkî em di warê hilberînê û bazirganiyê navnetewî de xweî ezmûn in. Em dikarin di vê mijarê de şirikatiya xwe ligel Herêma Kurdistanê pêşbixin.”



Berpirsên îranî yên beşdarî Konferansa Pêşvebirina Peywendiyên Aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bibûn amaje bi wê yekê kirin ku ligel pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî dikarin di warê pîşesazî û hilberînê de jî gavên girîng bavêjin.



Herêma Kurdistanê ji bo Îran xwe bigihîne Derya Spî û Tirkiyê jî xwe bigihîne Kendavê cihekî stratejîk e. Ev jeopolîtikayê Herêma Kurdistanê ji bo wê bike navendeke bazirganiyê sûdele girîng e.

Rudaw
Top