• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDK: Dengên me li Silêmaniyê dê zêde bibin!

PDK: Dengên me li Silêmaniyê dê zêde bibin!
Berpirsê baskê 4 ê PDKê li Silêmaniyê Seîd Selîm ragehand, ku dê parastina dengên xwe bikin û dengên wan dê li Silêmaniyê zêde bibe.

Seîd Selîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK karê cidî dike bo ku li bajarê Silêmaniyê parastina dengên xwe bike, herwaha bi geşbîniyek mezin em li bendê ne kursiyên me zêde bibe. Bê guman hewldanên me bo wê ye ku kursiyên me dê ji du kursiyan zêdetir bibe. Ji ber vê ez geşbînim ku PDK li bajarê Silêmaniyê kursiyên xwe zêde bike.’’

Herwaha diyar ku eger kurd di nav mala xwe bihêz be, wê demê dê li parlamentoya Iraqê jî bihêz be, eger belav be, nikare li Bexda bihêz be. Ji ber vê ez hêvîdarim ew belavbûna ku naha heye piştî helbijartinên Iraqê nemîne, ku hemû alî bi yek deng û bi yek helwêst û bi yek kutleyeke Kurdistanî biçin Bexdayê û rijd bin li ser mafên rewa yên gelê me.

Herwaha aşkera kir, hewldanên PDKê hemû bo yekrêziya nav mala kurd bixwe bûye. Pêngavên berê diyar dike ku yekemîn bijardeya me ew bû ku kurd hemû li gel yek helbijartinê boykot bikin, lê dema ew yek pêknehat, PDKê jî daxwaz kir hemû partî û aliyên siyasî li gel yek biçin Bexdayê û got: ‘’Mixabin ev jî pêknehat. Ji ber vê PDK ti demekê li gel belavbûna nav mala kurd nebûye.’’

Seîd Selîm got: ‘’Eger hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê boykota helbijartinên parlamentoya Iraqê kiriban, wê demê hemû kurd bi yek deng dê helwêstek ji Iraq û cîhanê re ragehandiban, ku ew jî kurd ti baweriya xwe bi vê desthilata li Kerkûkê tineye. Ji ber bajarê Kerkûkê desthilata ku naha heyî ne rewa ye û dagirker e. herwaha efserek leşkerî li cîhê parêzgeh hatiye danîn û bajar birêve dibe.’’

Basnews
Top