• Friday, 27 February 2026
logo

Tirkiyê para Sûriyê ji ava Feratê 500 metre sêca kêm kiriye

Gulan Media September 10, 2021 Nûçe
Tirkiyê para Sûriyê ji ava Feratê 500 metre sêca kêm kiriye

 Tirkiyê para Sûriyê ji ava Feratê, 500 metre sêca nade, û ji serê sibata îsal ve, tenê 200 metre sêca ji ava çemê Feratê berdide bo Rojavayê Kurdistan û Sûriyê.

Daketina asta çemê Feratê jî, hem bandora nerînî li ser berhemên çandiniyê dike û hem jî bandorê li ser berhemanîna elektirîkê li Rojavayê Kurdistanê dike.

Cotkarek dibêje, wan îsal ti keskayî neçandine, berê wî bacanên sor, bi 100 - 200 lîreyên Sûriyê difrotin bazarê, lê niha li bazaran kîloyek bi 1.100 - 1.200 lîreyan têne firotin, ew jî ji ber ku çandiniya keskayî kêm e.

Cotkar Îbrahîm Ebû Hemûde kuncî li ber çemê Feratê çandî ye, lê ji ber kêmavutê kunciyên wî hişk bûne, hêviya wî tine ye ku berhemên baş jê bigire.

Îbrahîm Ebû Hemûde 59 salî, bi zeviyê bicûk debara jiyana xwe dike, ji ber daketina asta avê eger e ji vî warê xwe bar bike.

Îbrahîm Ebû Hemûde dibêje: “Îsal me ti sebze neçand û ne çinînin, di dema ceh û genim de jî, ti berhem nehat, ji ber baran nehat û rêjeya avê kêm bû, ziyan gihişte min. Min firingî bi 100 - 200 lîreyan difrot bazarê, lê niha li bazaran bi 1100 - 1200 lîreyan hatibû firotin, ew jî ji ber ku çandina sebzeyan kêm bû.”

Yek ji girîngtirîn jêderên avê û elektirîkê li Rojavayê Kurdistanê Bendava Tişrînê ye. Ava Çemê Feratê bi 6 metreyan daketiye, ku jêdera sereke ya avê ye  jib o Bendava Tiştînê.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hişyariyê dide ku rûberên çandiniyê hişk dibin, ku pêşbîne zuhabûn û bedxwarî li navçeyê rû bide.

Berpirsê Bendava Tişrînê Mistefa Ebdilrehman jî got: “Dema asta avê dadikeve, divê cotyar jî baxceyên xwe av bide, ji bo wê jî divê boriyan daxîne heman asta avê,ew jî dibe xerciye û barek li ser cotkaran. Ev bandor jî wiha dest pê dike av kêm dibe, mirov ziyan dibîne, pêdiviyên jiyanê bi dest nakevin, îcar xelk jî neçar dibe dest ji warê xwe berdin.”

Herikîna Çemê Feratê û bendavên li ser, li navçeyên desthilata HSDê ne, çavdêr û aborînas dibêjin ku Tirkiyê ji bo fişarê li HSDê û Rêveberiya Xweser bike avê qut dike, ku Tirkiyê para Sûriyê ji ava Ferat 500 metre sêce nade, û ji serê Sibata îsal ve tenê 200 metre sêca dişîne.

 

Rudaw

Top