• Wednesday, 18 February 2026
logo

Namzedeka din ya lîsteya Ebadî dest ji namzediyê berda!

Namzedeka din ya lîsteya Ebadî dest ji namzediyê berda!
Namzedeka din ya kurd ya lîsteya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest ji kar berda.

Xebatên hilbijartinên Iraqê didomin. Yek ji wan lîsteyên ku li Herêma Kurdistanê bi partî û namzedên Kurdistanî re hevrikiyê dike, lîsteya Nesir ya serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî ye. Namzedên lîsteya Ebadî li tevahiya Başûrê Kurdistanê hene.

Namzedeka kurd ya lîsteya Ebadî bi navê Hîman Remzî, ku li Hewlêrê namzed e, îro dest ji kar berda.

Hîman Remzî da zanîn ku wê destpêkê digot qey lîsteya Ebadî bo mafên welatiyan xebat dike û got, lê paşê min zanî ku hedefa wan tenê bi dest xistina kursiyan e. Ji ber wê jî min dest ji namzediya wê lîsteyê berda.

Roja 3 vê mehê jî namzedeka lîsteya Ebadî bi navê Rewşen Ebdulselam li Duhokê dest ji kar berdabû.

Basnews
Top