• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji endamên Encûmena Xwecihî ya Efrînê %40 Ereb in

Ji endamên Encûmena Xwecihî ya Efrînê %40 Ereb in
Ji 20 endamên Encumena Xwecihî ya Efrînê 8 kes Ereb in anku %40 ku rêjeya nifûsa Ereban li bajarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê %10 e.



Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku endamên Ereb di Encûmena Xwecihî ya Efrînê de hewl didin dadgehên Şer`î li Efrînê bên damezirandin.



Li gorî heman çavkaniyê, endamên Ereb dixwazin li şûna dadperweriya sivîl, dadgehên şer`î wekî deverên di jêr destê komên îslamî de li Efrînê jî bên damezirandin.



Çavkaniya taybet bi Rûdawê da zanîn ku nûnertiya Ereban di Encûmena Xwecihî ya Efrînê de ne li gorî rêjeya wan li bajarê Efrînê ye.



Çavkaniyê diyar kir ku ji 20 endamên Encûmenê 8 endam ereb in anku %40 ji encûmenê pêk tînin di demekê de ku rêjeya erebên Efrîn %10 e.

Rudaw
Top