• Friday, 27 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Parlementoya Kurdistanê di nehîştina astengiyan de piştevaniya hikûmetê kiriye

Gulan Media September 9, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Parlementoya Kurdistanê di nehîştina astengiyan de piştevaniya hikûmetê kiriye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, parlementoya Kurdistanê piştevaniya hikûmetê kiriye di nehîştina astengiyên li pêşiya pêşxistina jêrxana aborî ya Kurdistanê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser twîttera xwe gotiye, parlementoya Kurdistanê piştevaniya kabîneya nehem kiriye bo nehîştina astengiyên li pêşiya bazirganiyên nû.

Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, me rêbaz û pirose ji 32 rojan daxistiye rojekê û me 50 serdanên ofîsan kiriye serdanek û me xerc jî bi rêjeya %90 kêm kiriye.

Serokê hikûmetê daye zanîn jî, wan rê xweş kirine û hêsankarî kirine bo xwedan kar da ku bi arasteya avakirina paşerojeka baştir bo Kurdistanê gavan bavêjin.

 

Basnews

Top