Îran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike
Topxaneya Îranê çend navçeyên devera Balekayetî û sînorê nahiya Sîdekanê yên Herêma Kurdistanê topbaran dike.
Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, îro 9ê Îlonê li danê sibê topxaneya Îranê bo heyama nîv demjimêrê bi giranî gundê Telan û zozanên Berbizîn û Bin Reşkînê li sînorê Sîdekanê topbaran kirin.
Derbarê ziyanên topbaranê de, Rêveberê Nahiya Sîdekanê got: “Heta niha ziyanên wê topnaranê nayin zanîn.
Ji aliyekî din ve jî, peyamnêrê K24ê li wê herêmê da zanîn, topxaneya Îranê gundê Welaş yê li devera Balekayetî topbaran kir. Di dema topbaranê de jî firokeyên çavdêriyê yên Îranê li asman digeriyan.
