• Friday, 27 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Erdogan sond xwariye li Tirkiyê çandiniyê nehêle

Gulan Media September 9, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu: Erdogan sond xwariye li Tirkiyê çandiniyê nehêle

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dijî biryara rakirina baca gumrika dexl û zad a Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûn nîşan da û got: "Erdogan sond xwariye çandiniya Tirkiyê û cotkaran ji nav bibe."

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryarê de peyamek belav kir û got: “Koşkê baca gumrika dexl û zad rakir. Erdoganekî sond xwarî heye ku çandiniya me ya li ber mirinê û cotkarên me ji nav bibe. Binêrin dibe ku niha ev mijar gelekî bala we nekişîne lê siberojê mijarên zarokê me dê ax, av, enerjî û cotkar bin. Mijarên keşûhewa û çandinî dê reformên me yên sereke bin. Em bo zarokên xwe Tirkiyeke behişta berhemên hawirdekirî û bêxêr bicîh nahêlin.”

Di demekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gazin ji wê yekê tên kirin ku ji ber dewlet alîkariya cotkaran nake çandina dexl û zad her diçe kêm dibe, bi biryara Serokomarê Tirkiyê baca gumrikê ya dexl û zadê tê hawirdekirin heta dawiya salê hat rakirin.

Biryara Serokkomarê Tirkiyê ya derbarê mijarê de 8ê Îlona 2021ê di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û êdî dikeve warê cîbicîhkirinê. Li gor Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê, biryar bi armanca rêgirtin li zêdebûna bihayê dexl û zad hatiye wergirtin ku li seranserî cîhanê piştî nexweşiya Coronayê bihayê wan berheman li gelek welatan zêde bûye.

Li gor biryarê heta 1ê Çileya 2022an rêjeya baca gumrika berhemên wek genim, ceh, garis, şilêl, xamkêsan, nîskên sor û nîskên kesk dê ji sedî sifir be. Ligel vê yekê rêjeya baca qahweya xav jî hat daxistin û ji sedî 13an daket ji sedî 8.

Top