• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sirrên nû derbarê gruba YNKê ya xiyaneta 16ê cotmehê de hatin aşkera kirin!

Sirrên nû derbarê gruba YNKê ya xiyaneta 16ê cotmehê de hatin aşkera kirin!
Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hin zanyariyên nû derbarê gruba xiyanetê ya YNKê ya 16ê cotmehê aşkera kir û got, Kosret Resûl Elî ji wî re gotiye, ku xiyanetkar ji piştve ji wan didin.

Li gor raporta kanala K24ê Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku yek ji fermandarên diyar ê dema şerê DAIŞê yê Pêşmerge ye û li sînorê Kerkûkê berevanî li Kurdistanê dikir, aşkera kir bi rêkeftineke aliyek diyar ve Kerkûk ji Heşdî Şeibî re hate radest kirin.

Her di vê derbarê de rêveberê eniyeke berfireha şerê berevaniyê li Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji heman kanala televîzyonê re ragehand, di destpê kirina şerê roja 16ê cotmeha 2017ê ew çûye binkeyê polîtburoya YNKê ya Kerkûkê û li gel Kosret Resûl Elî civiya ye û jê re gotiye ku xiyanet xiyanet li wî hatiye kirin û naha hêzên wî şer dikin û hêzên xiyanetkar jî li piştve li wan didin.

Herwaha aşkera kir ku piştî serdana wî ya gel Kosret Resûl çûye gel Şêx Cehfer Şêx Mistefa û Westa Resûl, lê Şêx Cehfer ji wî re gotiye ku ‘’Ti tiştekî li min ne pirse, pirs ji Westa Resûl bike.’’

Kemal Kerkûkî aşkerayî got: ‘’Westa Resûl ji min re got ku bi kurt û kurdî tişta heyî ev e, em li gel dostên xwe rêkeftin, li gel Hacî Îqbal û Qasim Silêmanî, li gel Heşdî Şeibî û Amerîkaniyan jî, ew dê bên Kerkûkê, piştre dê bajar radestî YNKê bikin ku îdare bike.’’

Basnews
Top