• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rejîma Esad dest li ser piraniya axa Sûriyê de girt!

Rejîma Esad dest li ser piraniya axa Sûriyê de girt!
Piştî 7 salan şerê navxwe yê Sûriyê, rejîma Sûriyê dest li ser piraniya axa welat de girt û kontrol kir.

Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafê mirovan, berî yekem civîna Astana ya ava kirina aştiyê li Sûriyê, rejîma Sûriyê tenê sedî 19.3ê axa welat di bin kontrola wê de bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirov li Sûriyê ragehand, Naha sedî 60ê axa Sûriyê di bin desthilatiya rejîmê de ye.

Rêjeya aliyên cuda ya berî civîna Astanayê li gor Rewangeha Sûrî waha ye:

- %39.1ê Axa Sûriyê di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de bû.

- %22.1yê Axa Sûriyê di bin desthilatiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê de bûn.

- %19.3ê Axa Sûriyê di bin kontrola desthilatiya Rejîma Sûriyê de bûn.

- %19.2yê Axa Sûriyê ji aliyê grubên tundrê yên opozîsyona Sûriyê de bûn.

Yekem kongreya Astana 23-24.01.2017ê li paytexta Kazakîstanê Astanayê bi çavdêriya Rûsya û Tirkiyê de bi navê ‘’Aştî li Sûriyê’’ pêkhat û opozîsyona Sûriyê û rejîma wî welatî beşdarî civînê bûn.

Basnews
Top