• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDPê namzedê xwe yê serokomariyê eşkere kir

HDPê namzedê xwe yê serokomariyê eşkere kir
demîrtaş li girtîgehê deye û HDPê jî vî kandîd kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevserokê berê yê vê partiyê Selahattîn Demirtaş weke berbijêrê xwe yê serokomariyê destnîşan kir.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Amedê di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Selahattîn Demirtaş weke berbijêrê gelê Kurd û tifaqa partiyên siyasî yên Kurd hatiye destnîşankirin.”

Buldan da xuyakirin, ku hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ji bo Kurdan û herwiha tevahiya Tirkiyê pir giring e.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî got: “Selahattîn Demîrtaş ji bo xizmeta tekoşîna demokratik bûye namzed.”

Ev demek e di nava HDPê de ji bo namzediya Demîrtaş gotûbêj dihatine kirin.

Top