Seroka Egitim-Senê ya Stenbol: Xwendevanên bi zimanê xwe nexwînin baş fêr nabin
Li seranserê Tirkiye û Bakur di bin tevdîrên coronayê de, perwerdeya rûbirû di 6ê Îlonê de dest pêkir. Li dibistanan perwerdehî û hînbûn dîsa bes bi zimanê fermî, bi zimanê Tirkî tê dayîn. Jixwe li gorî destûra bingehîn a Tirkiyê ji xeynî zimanê Tirkî perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Seroka Şaxa Stenbolê ya Sendîkaya Egitim-Senê Ayfer Koçak dibêje ku xwendevanên bi zimanê xwe nexwînin baş fêr nabin.
Li hemû dibistanên Tirkiye û Bakur perwerdeya rûbirû dest pêkir. Lê wekî her sal, îsal jî li dibistanan perwerdehî bes bi zimanê Tirkî tê dayîn û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û ji bo zarokên neteweyên din perwerdeya bi zimanê zikmakî nayê dayîn.
Perwerdekar didin zanîn, perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn yê zarokan e û bi awayekî pedagojîk jî divê zarok bi zimanê xwe perwerde bibe da serkeftî bibe.
Herwiha komele û saziyên zimanê Kurdî jî, destnîşan dikin heta perwerdeya bi zimanê Kurdî neyê dayîn wê zarokên Kurd li dibistanan rastê bişaftinê bên. Malbatên Kurd jî ku neçarî zarokên xwe dişênin dibistanan bang li hikûmetê dikin ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê dayîn.
Pedagog û perwerdekar didin zanîn, perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî rewa ye û divê Tirkiye vî mafî qebûl bike.
Seroka Şaxa Stenbolê ya Sendîkaya Egitim-Senê Ayfer Koçak dibêje: “Perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo zarokan mafekî bingehîn e. Bi awayekî pedagojîk û zanistî isbat bûye ku zarokên bi zimanê xwe perwerde dibin serkeftî dibin. Dema zarok bi zimanekê din perwerde dibin proseya perwerdeyê rastî gelek astengî û pirsgirêkan tê. Jixwe di heyama coronayê de perwerdeyeke birêkûpêk tunebû. Îja îsal ji bo zarokên ku zimanê wan ne Tirkî be heyama perwerdeyê wê zehmettir be.”
Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî parêzer Suphî Ozgen jî bal dikşîne ku, zarokên Kurd li dibistanan bi perwerdeya zimanê Tirkî tên bişavtin û ji rih û binyada zimanê xwe dûr dikevin.
Serokê Komeleya HEZKURDê Suphî Ozgen dibêje: “Îro li Tirkiyê dibistan vebûn. Lê li dibistanekê jî perwerde û hînbûna bi zimanê Kurdî nine. Ev yek tiştekî pir şerm e. Li Tirkiyê 25-30 milyon Kurd dijîn, lê hêj zimanê Kurdî di fermiyetê de cih negirtiye. Li gorî hiqûqa navdewletî qedexdekirin û bişavtina zimanekî sûc e.”
Ahmet Irmak ê 40 salî ku ji Farqîna Amedê ye, lê zêdetirî 20 salan e li Stenbolê dijî, bi destê kurê xwe yê 8 salî Berat girtiye û aniye dibistanê. Ahmed dibêje, wan perwerdeya bi zimanê Kurdî nedît qe nebe bila zarokên wan bi zimanê xwe karibin perwerde bibînin.
Welatiyê Kurd Ahmet Irmak jî wiha axivî: “Zimanê Kurdî li me qedexekirin. Lê di esasê xwe de ev heqê me ye. Lewra li Tirkiyê nêzî 20-30 milyon Kurd dijîn. Lê heqê me tune. Lewra ji bo mafên me nedin me, ji me re zordestiyê derdixin. Dibêjin ev der Komara Tirkiyê ye, hûn di bin vî alî de dijîn û zimanê we Kurdî li we qedexe ye.”
Xwendekarê Kurd Berat Irmak jî anî ziman: “Bila her kes bi zimanê xwe perwerde bibe.”
Di sala 2012an de dersa bijarte ya Kurdî ketibe meriyetê jî, ji ber ku mamosteyên zimanê Kurdî nayên tayînkirin û ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve materyalên pêwîst nayên dabînkirin, ev maf tenê li ser kaxizê dimîne.
Rudaw
