• Wednesday, 18 February 2026
logo

Buldan: Hevgirtina partiyên Kurdistanî wateyeke mezin dide

Buldan: Hevgirtina partiyên Kurdistanî wateyeke mezin dide
Her dîroka 24ê Hezîranê ango hilbijartinên Tirkiyê nêz dibe, wek partiyên Tirkiye, partiyên Kurdistanî jî ji bo hevgirtin û avakirina eniya Kurdî hewleke xurt didin, 5 partiyên Kurdistanî piştî hevpeymaniya 2ê Gulanê seredanên xwe ji bo partiyên Kurdî didomînin, herî dawî serokên van 5 partiyan seredana HDP kirin û ji aliyekî din ve HDPê berbijêrê xwe yê hilbijartina 24ê Hezîranê yê postê serokomariyê, wek Selaheddîn Demirtaş eşkere kir.



5 partiyên Kurdistanî, PDK-T, PSK, Hereketa Azadî, PAK, PDK- Bakur di asta serokatiyê de ji bo avakirina eniya Kurdî ya di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de, seredana Partiya Demokratîk a Gelan HDPê kirin



Li navenda HDPê ya Şaxa Amedê her 5 serokên partiyên Kurdistanî ji aliyê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û her wisa siyasetmedar Ahmed Turk ve hatine pêşwazîkirin.



Piştî civînê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan pê amaje kir ku hilbijartinên 24ê Hezîranê dê çarenûsa Kurdan diyar bike û Buldan bal kişande ser girîngiya hevgirtina Kurdistanî.



Pervîn Buldan ragihand: “Em niha ber bi hilbijartinan ve diçin ku têde çarenûsa gelê Kurd nîşan dibe, jib o vê yekê jî bi taybetî em li Amedê civiyan. Ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku hevgirtina partiyên Kurdistanî wateyeke mezin dide.”



Bi hevgirtina 5 partiyên Kurdî firehtirîn eniya Kurdî ya ji bo hilbijartinan ava bû, lê HAKPAR, tevî ku ew jî di nav gotûbêjên hevgirtinê de bû, ji hevgirtinê xwe vekişandibû, piştî rûniştina 5 partiyên Kurdistanî Pervîn Bûldan û Ahmed Turk serdana Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê kirin.



Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk ji Rûdawê re got ku hevdîtina wan û HDPê dê di demeke kurt de encamên gelek erênî bi xwe re bîne.



Mustafa Ozçelîk eşkere kir: “Hevdîtinên me gelek pozîtîf derbas bûn, hevseroka partiyê Buldan pêşwaziyeke gelek germ li me kirin, me prensîbên xwe nivîskî wek nameyekê radestî wan kirin, ji me re gotin ku prensîbên we û me wek hev in û tu cudahî di nav me de nîne, ewê di maweyeke kurt de bersiva me bidin û nexşeriya me dê zelal bibe.”



Yek ji endamên şandeya partiyên Kurdistanê jî, Serokê PDK- Bakur Sertaç Bucak bû, Bucak pê amaje kir ku wan berpirsyariya xwe bi cîh aniyê û niha dor dora HDPê ye.



Sertaç Bucak diyar kir: “Me xwest ku ew bersiva me bi nivîskî bidin me, piştî ku bersiv ji me re were, dimîne dabeşkirina karê bangeşeyan emê dîsa bi hev re rûnên û rê û rêbazên xebatên hilbijartinan zelal bikin.”



Ji aliyekî din ve HDPê li bajarê Amedê bi kokteyleke berfireh berbijêrê xwe yê posta Serokomariyê jî wek Hevserokê berê Selaheddîn Demirtaş eşkere kir.



Pervîn Buldan got: “Berbijêrê me yê posta serokkomariyê Hevserokê me yê berê ye ku ew niha di girtîgeha Edîrneyê de dîl girti ye, berbijêrê me Birêz Selaheddîn Demirtaş e.”



Di civîna çapemeniyê de ji bilî eşkerekirina berbijêrê posta serokomariyê, HDPê dirûşm û muzîkên bangeşeyên hilbijartinan jî dan naskirin.



Hevseroka HDP Pervîn Bûldan li vê derê jî bal kişande ser girîngiya avakirina eniya Kurdî ya hevbeş.


Rudaw
Top