Parlamenterê Kirmaşanê: Hikûmeta Îranê pere xerc kirine û nedaye mexdûrên erdhejê
Nûnerê Kirmaşanê li parlamentoya Îranê, Ebdulriza Misrî ragihand, “piştî pejirandina daxwaziya hikumetê ji bo wergirtina pereyê sindoqa geşepêdanan nîştimanî ji aliyê parlamento û rêberê kolmara Îslamî ya Îranê ve, di dawiya zivistana derbasbûyî de û beriya sala nû hikumetê 200 milyon dolar ji sindoqa geşepêdanan nîtimanî wergirtiye.”
Ebdulriza Misrî diayr kiriye, her wê demê hikûmetê ew pere ji aliyê banka navendî ve kiriye tomen, lê hêşta ji bo qerebûkirina xelkên ziyanpêketî û nûjenkirina navçeyên ziyanpêketî yên ji ber erdheja 12ê Mijdara sala bihorî nehatine terxankirin.
Ew parlementerê Rojhilatê Kurdistanê herwiha dibêje: “Serokê rêxistina pilandanan û bûdceya Îranê ji wan re ragihandiye ku di vê mehê de dê ew pere ji bo avedankirina navçeyên erdhejlêdayî bihê mezaxtin.”
Berê jî parlamenterên Kirmaşanê ragihandbûn, hikumeta Îranê ew alîkariyan ku ji aliyê welatên din û rêxistinên navdewletî ve ji bo alîkariya ziyanpêketiyên erdheja Kirmaşanê ji wan re şandibûn, li ser navçeyên erdhejlêdayî û xelkê mexdûr parve nekiriye.
Di şeva 12ê Mijdara sala 2017an de, erdhejek bihêz bi meznahiya 6.2 pileyên Rîxterê li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê çê bû, ku di encamê de bi sedan kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Herwiha li gorî ragihandina hikûmeta Îranê, di encama wê erdheja bihêz de, bi dehan hezar mal û avahiyên xelkê û yên mulkê giştî û hikûmetê yan wêran bûn û yan jî zirareke mezin gihîşte wan.
Rudaw
