Serok Barzanî li gel balyozê Îranê civiya
Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî kir.
Di civînê de têkilyiên dû alî yên di navbera Kurdistan û Îranê de hatin nirxandin û behsa çaremîn konferans pêşde birina têkiliyên abûrî yên di navbera Îran û Kurdistanê de yaku li Hewlêrê hatiye lidarxistin hate kirin û ew konferansa han jî bi pêngaveke girîng û serkeftî hat wesifkirin.
Her derbarê vê konferansê de Serok Barzanî û balyozê Îranê tekez li ser vê yekê kirin ku ew konferansa han dibe sedema bihêztir bûna têkiliyên abûrî yên di navbera Kurdistan û Îranê de.
Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa siyasî ya Îraq û deverê jî hate kirin.
