• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin

Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin
Hevpeymaniya cîhanî dibêje emê HSDê biparêzin
Piştî ku HSDê operasyona li dijî DIŞIê ya li bakurê Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê teqez kir ku dê piştgiriya xwe û baweriya ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) berdewam bikin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşand û tê de got ku general James Jarrard gotiye: "em li ser wê yekê berdewam in ku em ê li gel hevparên xwe bin û teqez dikin ku dê hemû deverên DIŞI digire azad bikin."

Hevpeymaniyê di daxuyaniya weşandî de behsa destpêkirina operasyona HSDê kir ku ji aliyê HSDê ve hatibû ragihandin û got: "Sekna HSDê li ser DIŞIê gelekî giring e ji bo ku ev rêxistina terorîst a tawanbar bi awayekî berdewam were têkbirin."

Herwiha hevpeymaniyê diyar kir ku li gel DIŞI gelek wendahî dane jî lê hîn xwedan kapasîteyekê ye ku êrîşan pêk bîne û gefan li ser welatên herêmê û hevpeymanê pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye ku Berdevka Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Heather Nauertê jî duh ragihandibû ku Amerîka, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DIŞIê û hevparên herêmî dest bi operasyona rizgarkirina deverên dawî yên DIŞIê kiriye. Nauertê got, "eger êrîş li ser hêzên me yên hevpar çêbibin, em ê wan biparêzin."

Rudaw
Top